• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Kerkûkê, gundên ereban jî êrişî Pêşmerge kirine!

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Li Kerkûkê, gundên ereban jî êrişî Pêşmerge kirine!
Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, di şerê vê dawiyê yê Kerkûkê de gundên ereban jî alîkarî dabûn DAIŞê û li pişt ve li Pêşmerge dabûn.

Di şerê şeva 30ê Çileya îsal de li başûrê Kerkûkê, gundên ereban ên wê deverê jî alîkarî dabûn çekdarên DAIŞê.

Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, di wî şerî de gundiyên ereb 5 pêşmerge şehîd kiribûn lê piştî ku DAIŞ şikest, piraniya wan ji tirsa gundên xwe terikandin û derbasî nav Kerkûkê bûn…

Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, me gellek alîkarî dabû wan gundiyan lê li pişt ve li medan…

Hinek gundên ereban ên ku di şerê Kerkûkê de êrişî Pêşmerge kiribûn, ev in: Îdrîs Xebaz, Hindiye, Mela Ebdullah Behr, Eseliye.

Fermandeyê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re got, ew gundî dê bên cezakirin lê divê li herêmên şer nemînin û malên xwe bar kin…

Rudaw
Top