Pêşmerge bakurê Mûsilê dorpêçkirine
Serokerkanê Wezareta Pêşmerge aşker kir ku, Pêşmerge bakurê Mûsilê dorpêçkirine û beşek ji rêya serekî ya navbera Mûsil û Sûriyê di destê Pêşmerge de ye û diyar kir ku, DAIŞ nikare li hemberî wê dorpêçê xwe ragirtinê bike.
Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed ji BasNewsê re ragihand ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dorpêça bakurê bajarê Mûsilê kirine, bi corekî ji eniya Guwêr-Mexûr, Keskê, Wankê Naweran û derdora Şingalê û Sinûnê, rojhilat û rojavayê Dicle û eniya Xazir, di bin kontirola Hêzên Pêşmerge dene ku, tevahiya wan eniyan dikevin bakurê bajarê Mûsilê û beşekî pir ji rêyên serekiyên Mûsilê bi rêya wan eniyan re dibin kontirola Pêşmerge dene, ev jî dorpêçeke aşkere ye li bakurê Mûsilê dijî DAIŞ`ê pêkhatiye û got: “DAIŞ dizane eniya herî mezin ji dest daye û dorpêçeke mezin li sere, lewima berê xwe daye êrîşkirinê, çûnkî dixwaze wê dorpêçê bişkîne.”
Derbarê azadkirina bajarê Mûsilê de, Cemal Mihemed aşkere kir ku, çend mijar ji bo azadkirina bajarê Mûsilê li ber destên wî hene, yek ji wan mijaran ewe ku, divê Artêşa Iraqê ji başûrê bajarê Mûsilê ve dest bi êrîşkirinê bike û guvaşên xwe bêhtir bike, çûnkî bakurê bajarê Mûsilê dibin kontirola Hêzên Pêşmerge dene.
Basnews
