Şanda Îmraliyê çû ba Ocalan
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken, Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle îro danê sibê çûn Îmraliyê.
Vê carê Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi navê Ceylan Bagriyanik jî bi wan re çû. Ev çend car bûn dewletê rê nedida Bagriyanik here Îmraliyê.
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li hevdîtina şanda Îmraliyê bi Ocalan re got, heta niha şand ji giravê venegeriyaye, kengê vegeriya dê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyê bidin.
Herî dawî şanda Îmraliyê 9ê Çile çûbû ba Ocalan.
Şanda Îmraliyê 22ê Çile jî çûbû Qendîlê û bi rayedarên KCKê re li ser pêvajoya çareseriyê hevdîtin pêk anîbû.
Rudaw
