• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kobanî: Fermandeya YPJê şehîd bû

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Kobanî: Fermandeya YPJê şehîd bû
Hat zanîn ku 4 rojan piştî rizgarbûna bajarê Kobanî, fermandeyeke Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di şerê DAIŞê de şehîd bûye.

Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê piştî 134 roj şer û pevçûn roja 26ê Çileya îsal ji aliyê hêzên kurdî ve hat rizgarkirin.

Li gorî agahiyan, roja 30ê Çile fermandeya YPJê ya bi navê Hebûn Dêrik di şerê DAIŞê de şehîd bûye.

Hat gotin ku YPGê jî şehîdbûna Hebûn Dêrik piştrast kiriye.

Rudaw
Top