Hejmara dawî ya şehîdên Pêşmerge
Sekreterê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Carna belavkirina nûçeyên şer bi rêya ragihandinê dibe sedem ku agahî bikevin destê komên terorîst de.”
Cebar Yawer derbarê belavkirina vedyoyekê de, ku tê de çend serbaz sivkatiyê bi termên çekdarên DAIŞê dikin, wiha got: “Wezareta Pêşmerge dê lêkolînê li ser wê yekê bike. Hêzên Pêşmerge di şer de jî mafê mirovan binpê nakin.”
Derbarê hejmara şehîdên Pêşmerge, Yawer wiha domnad: “Ji dema ku çekdarên DAIŞê êriş kirine ser Başûrê Kurdistanê heta îro, 999 Pêşmerge şehîd bûne û 4596 Pêşmerge jî birîndar bûne.”
Rudaw
