Jina ku DAIŞê daxwaza wê dikir, Urdunê ew bidar vekir
Çavkaniyên ewlekariya Urdunê diyar kirin ku dadgeha bilind a Urudunê îro berî nimêja sibehê cezayê bidarvekirinê derheqê Rîşawî û Kerbûlî cî bi cî kir.
Rêxistina DAIŞê pîlotê urdunî yê bi navê Meaz Kesasibe yê ku beriya niha li Sûriyê bi saxî ketibû destê çekdarên wê, şewitand.
Li gor heman çavkaniyan, cenazeyên wan du girtiyan piştî bidarvekirinê bi rêya otombîlekê re hatin veguhestin, lê nediyare bê jibilî wan ti girtiyekî din hatiye bidarvekirin yan na.
Sacîde Rîşawî ya ku DAIŞê dixwest Urdun wê li hemberî berdana Kesasibe azad bike, dema ku dixwest teqînekê li Emanê pêk bîne, hat girtin.
Ev çend roj bûn di navbera DAIŞ û Urdunê de li ser pevguhertina wî pîlotî û endama DAIŞê ya bi navê Sacîde Rîşawî danûstandin hebû lê bi şewitandina pîlot re her tişt xilas bû.
Li ser vê bûyerê, televîzyona fermî ya Urdunê ragihand, Meaz Kesasibe roja 3ê meha Çile ya îsal ji aliyê DAIŞê ve hatibû kuştin û malbata wî jî ji vê yekê hatibû agahdarkirin.
Ziyad Kerbûlî jî bi tawana kuştina 2 şofêran cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn.
Li paytexta Urdun Emanê xwepêşandanên berfereh li dijî şewitandina pîlotê urdunî Muaz Kesasibe ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatin lidarxistin ku heta derengiya şevê jî ew xwepêşandan berdewam bûn.
Xwepêşanderan druşmên ku piştgiriya Kesasibe dikin bilind kirin û ew karê DAIŞê bi tundî şermezar kirin.
Hin xwepêşander dilgiran bûn ku hikûmetê nikariye di azadkirina Kesasibe de serkeftî be, hin xwepêşanderên din jî ji hikûmetê xwestin ku karvedana wê hebe û tola Kesasibe vede.
Xwepêşandan li heman cihê ku ev zêdetirî heftiyekê ye malbat û xizmên Kesasibe lê kom dibûn, hat lidarxistin.
Balafira pîlotê Urdunî, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li çeperên DAIŞê yên li Sûriyê dida, meha Kanûna sala 2014ê li nêzîkî bajarê Reqayê yê Sûriyê ketibû, pilot jî bi saxî ketibû destê çekdarên DAIŞê de.
Nerazîbûnên navdewletî li di dijî vê bûyerê derket, Wezareta Derve ya Amerîka jî kuştina Kesasibe ji aliyê DAIŞê ve bi tundî şermezar kir û ragihand ku Amerîka bi hemû awayekî piştgiriya Urdunê dike.
Herwiha ragihand ku ragihand ku Serokê Amerîka Barack Obama wê hemû tedbîran bistîne ji bo ku dîlên di destê DAÎŞê de bên azadkirin.
Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kuştina pîlotê Urdunî ji aliyê DAIŞê ve bi tundî şermezar kir û sersaxî ji Şah Ebdullah û gelê Urdunê re xwest.
Rudaw
