• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ordun: Emê tola pîlotê xwe ji DAIŞê vekin

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Ordun: Emê tola pîlotê xwe ji DAIŞê vekin
Hikûmeta Ordunê ragihand, pîlotê Ordunî Meaz Kesasibe mehekê beriya niha hatiye kuştin û eşkere kir ku dê hemû girtiyên DAIŞê bên îdamkirin.

Rêxistina DAIŞê îşev vîdyoyek belav kir û îdia kir ku wan pîlotê Ordunî Meaz Kesasibe şewitandine.

Di vîdyoyê de zilamek ku kincê narincî li ber dabû, di nav qefesê de bi saxî tê şewitandin.

Li ser vê bûyerê, televîzyona fermî ya Ordunê ragihand, Meaz Kesasibe roja 3ê meha Çile ya îsal ji aliyê DAIŞê ve hatibû kuştin û malbata wî jî ji vê yekê hatibû agahdarkirin.

Hikûmeta Ordunê her wiha eşkere kir ku dê endamên DAIŞê yên ku di girtîgehên Ordunê de ne dê bên îdamkirin.

Îja niha nayê zanîn ka ew kesê ku di nav qefesê de dişewite, pîlotê Ordunî ye yan na.

Rudaw
Top