• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê kuştina pîlotê urdinî şermezar dike

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê kuştina pîlotê urdinî şermezar dike
Civata wezîrê herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê kuştina pîlotê urdinî şermezar dike û ev li jêr teksta daxuyaniyê:

Civata wezîrên herêma Kurdistanê kuştina pîlotê urdinî (Meaz Kesasîbe) gelek bi dijwarî şermezar dike ku, bi awayekî gelek hovane û dirindane bi destên terorîstên DAÎŞ hat şehîd kirin. Diyare, kuştina dîl û rehîneyan dijî hemû pirensîp û baweriyên olî, însanî û qanûnên navdewletî ye, ji ber hindê tawanên van terorîstan ji hemû baweriyên însanî, olî û şaristanî dûr in û metirsiya wan bo ser hemû gel, welatên herêmî û dinyayê, bê cudahî heye.

Ev hovatî careke din îspat dike ku, wezîfeya civaka navdewletî û hêzên azadîxwaz û mirovdostên cîhanê eve ku ji bona hişikirina çavkaniyên enerjî û hêza terorîstan û binbirkirina wan û ji bona ferhemkirina dinyayeke aramtir û pir aşitî û aramî bo gelên cîhanê û paşeroja mirovatiyê, hemû bi hev re bi awayekî gelek aktîvtir kar ji bo jinavbirina DAÎŞên hov bikin.

Bi navê hikûmet û gelê Kurdistanê, hevxemî û sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata pîlotê urdinî (Meaz Kesasîbe) û cenabê qiral, hikûmet û galê Urdina dost dikin. Divê terorîs baca vê tawana xwe ya hovane û tawanên nemirovane yên din bidin û bi timamî bên jinavbirin.

Civata wezîrên herêma Kurdistanî
03.02.2015


Top