• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî rola komîteya êkonomî li parlamentoya Îraqê bilind nirxand

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî rola komîteya êkonomî li parlamentoya Îraqê bilind nirxand
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 03.02.2015ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li endamên komîteya êkonomî li parlamentoya Îraqê ji firaksyonên cudayên Kurdistanê kir.

Di civînekê de serokwezîr bi navê xwe û serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê sipasiya komîteya darayî ya firaksyonên kurdistanî li parlamentoya Îraq kir ku, di amadekirina budceya sala 2015ê de ya Îraq federal roleke erênî lîst û bi canê kurdistanî, hevkarî û hevahengî bi berdewamî digel seroaktiya civata wezîrên herêma Kurdistanê hebû.

Barzanî got ku, karkirin bi canê kurdistanî, karê bi hev re, yekhelwestî û yekdengî xizmeteke mezin bi herêma Kurdistanê û berjewendiyên kurdistaniyan dike û hêvî kir ku heman awayê hevkarî û hevahengî di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û komîteyên din yên parlamentoya Îraqa federal de hebe:
- Tiştek normale li herêma Kurdistanê cudahî di bîrûbawrî û helwestan de hebe, lê gelek giringe hemû firaksyon û nûnerên Kurdistanê li Bexdayê li ser pirsên kurdistanî yekgirtî, yekhelwest û yekrêz bin.

Endamên komîteyê sipasiya helwestê serokwezîran û serokatiya civta wezîran kir û her du aliyan tekîd li ser giringiya hebûna mekanîzmeke aktîv bo hevkarî û hevahengiya berdewam di navbera nûnerên Kurdistanê li Bexdayê û hikûmet û aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê de kir, daku hemû kar bi hema awayê qanûna budceya Îraqa federal birêve biçin û bi rêya wê hevkarî û hevahengiyê bi baştirîn awayî xizmeta berjewendiyan herêma Kurdistanê bikin.
Top