• Tuesday, 17 February 2026
logo

Artêşa Îraqê bo azad kirina Mûsilê amadeye

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Artêşa Îraqê bo azad kirina Mûsilê amadeye

Wezîrê parastinê yê Îraqê dibêje artêş bo azad kirina Mûsilê amadeye.

Wezîrê parastinê yê Îraqê Xalêd Obeydî ragehand ku artêşa Îraqê plan û bernameyên baş bo azad kirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DIŞI amade kiriye û artêşa Îraqê jî bo vê mebestê bi her awayî xwe amade kiriye.

Obeydî eşkere kir ku di rojên pêşiya me de balefirên şer yên F16 ên Amerîkayî digehêjin destê artêşa Îraqê û artêş bi gehêştina wan balefiran planên xwe yên bo azad kirina Mûsilê destpê dike.
Top