• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan, Rûsya û Çîn di alozbûna krîza Suriyê de tohmetbar kir

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Erdogan, Rûsya û Çîn di alozbûna krîza Suriyê de tohmetbar kir
Serok komarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan her yek ji Rûsya û Çînê bi astengkirina dîtina çaresriyekê ji krîza Sûriyê re tohmetabr kir.

Serok komarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku, her yek ji Rûsya û Çînê bûne rêgir li pêşiya çareserkirina krîza Sûriyê re, di demekê de ku ji encama wê krîzê heta niha 350 hezar kes hatine kuştin û 7 milyon kes jî koçber bûne.

Serok komarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Akademiya Edaletê ya Tirkiyeyê de gotarek pêşkêş kir û têde balkişanse ser Encûeman Asayişa Navdewletî û rola wê di çareserkirina krîza ku ev 4 salin li Sûriyê heye.

Erdogan di gotara xwe de her yek ji Rûsya û Çîn bi astengkirina dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re tohmetbar kir û gor: “350 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin, 7 milyon kes jî koçber bûn, lê 2 dewlet hene ew jî Rûsya û Çîn in ku heta niha rêgirin ji çareseriyê re, tevî ku em gelek caran li ser axifî ne.”

Erdogan got ku di bingeha rexneyên saziyên navdewletî yên wek Neteweyên Yekbûyî (NY) û yên din de têgeha edaletê heye û wiha axifî: “Dinya ji 5an mezintir e. Em behsa 5 dewletên ku di Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de mafên wan ê vetoyê heye û dibe sedema bêedaletiyê û neheqiyê dikin. Hûn nikarin 196 welatan mehkûmî 5 welatan bikin. Lê mixabin niha dinya mehkûmî endamekî yan jî endamên herdemî yên van 5 welatan bûye. Di rewşeke wiha de mirov nikare bibêje li cihanê edalet heye.”

bas news
Top