DAIŞê firokevanê Ordunî Meaz Kesasibe bi saxî şewitand
Duh şev rêxistina terorîstiya DAIŞê vîdyoyek belav kir ku tê de tê dîtin, firokevanê (pîlotê) Ordunî Meaz Kesasibe bi saxî di nav qefesekê de tê şewitandin.
Piştî ku Meaz Kesasibe firokevanê Ordunî berî zêdetir ji heyvekê bi êxsîrî kevte destê terorîstên DAIŞê, hikûmeta wî welatî hewl da ku ligel berpirsên DAIŞê bo azadiya firokevanê xwe guftûgo bike. Berî çend rojan jî di navbera DAIŞ û Ordunê de li ser pevguhertina wî firokevanî û endama DAIŞê ya bi navê Sacide Rîşawî danûstandin hebû, lê bi aşkira bûna şewitandina Meaz Kesasibe re dawî bi danûstandinên navbera dewleta Ordunê û rêxistina terorîstiya DAIŞê hat.
Firokeya firokevanê Ordunî, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li çeperên DAIŞê yên li Sûriyê dida, meha Kanûna sala 2014ê li nêzîkî bajarê Reqa ya Sûriyê ketibû xwarê û firokevan Meaz Kesasibe jî bi saxî ketibû destê çekdarên DAIŞê.
