• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kurdistan û Nemsa peywendiyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media February 3, 2015 Nûçe
Kurdistan û Nemsa peywendiyên xwe bihêztir dikin

Felah Mistefa û Sebastian Kurz li Hewlêrê civiyan.

Duh berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa li gel wezîrê derve yê Nemsayê Sebastian Kurz civiya û behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Nemsayê û çawetiya bihêztir kirina peywendiyên han kirin.

Piştî bi dawî hatina civîna han jî di presskonferansekî de her du alî naveroka civîna han ji bo raya giştî eşkere kirin.
Di destpêka konferansa han de Mistefa eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure karasaniyek pêşkêşî wan kompaniyên Nemsayî bike ku dixwazin li Kurdistanê de kar bikin.

Di beşeke din ya vê presskonferansa han de Kurz jî behsa serkeftinên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê kir û ew serkeftinên han bi girîng û dîrokî wesif kir û got: Em hewl didin daku bi her awayî peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bikin.

Kurz eşkere kir ku pêşmerge hêza yekane ya cîhanê ye ku kariye terorîstan rastî şikestê bike û hikûmeta Nemsayê jî hevkariyên xwe yên leşkerî ên bo hêzên pêşmerge didomîne.
Top