• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balafir li Kobanî riya gundan ji hêzên kurdî re vedikin

Gulan Media February 3, 2015 Nûçe
Balafir li Kobanî riya gundan ji hêzên kurdî re vedikin
Balafirên hevpeymaniya navdewletî di 24 seatan de 27 êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn, ku 9 ji wan li Kobanî bûn.



Li gor daxuyaniyeke hêzên hevbeş ên hevpeymaniya navdewletî, balafirên Amerîka û hevpeymanan duh duşemê 9 caran êrişî çeperên DAIŞê li Kobanî kirin ku di encam de çend yekîneyên takîtîkî, otombîlek û çend çeperên DAIŞê hatin têkbirin.



Piştî ku bajarê Kobanî bi temamî hat rizgarkirin, niha Hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundên derdora Kobanî ji qekdarên DAIŞê paqij dikin û balafirên hevpeymaniya navdewletî jî alîkariya wan dikin û bi bombeyên xwe rê ji wan re vedikin.



Herwiha balafirên hevpeymaniyê xaleke kontrolê ya çekdarên DAIŞê li nêzîk bajarê Dêrezorê li Sûriyê kirin armanca xwe.



Li Iraqê jî, balafirên hevpeymaniyê 17 êriş li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn.



Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand: “Şeva borî balafirên hevpeymaniyê rê li ber çend êrişên çekdarên DAIŞê li dijî Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê girtin û çend caran ew çekdar bûn armanca balafiran.”



Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, çekdarên DAIŞê li gundên Telwerd û Nehrewan dixwestin êrişî çeperên Pêşmerge bikin, lê balafirên hevpeymaniya navdewletî, bi giranî ew dan ber bombeyan.



Ji aliyekî din ve, Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku, balafirên hevpeymaniya navdewletî li nêzîkî navçeya Keskê ya Mûsilê li çeperên DAIŞê dan û zereke mezin gehandin wan çekdaran.

Rudaw
Top