• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka 100 milyon dolarî ji Herêma Kurdistanê re vedgerîne

Gulan Media February 3, 2015 Nûçe
Amerîka 100 milyon dolarî ji Herêma Kurdistanê re vedgerîne

Endameke Komîteya Darayî li Parlementoya Kurdistanê aşkere dike ku, di vê heftiyê de wê Amerîka 50 milyon dolar bişîne ji Herêma Kurdistanê re, herwiha dê 50 milyon dolarê din jî di van nêzîkan de bişîne.

Li gor daxuyaniya endameke Komîteya Darayî li Parlementoya Kurdistanê, 100 milyon dolar yên pfirotina petrola Kurdistanê li bankek amerîkî ne, biryare di van nêzîkan de ew pere bighin Herêma Kurdistanê.

Endama Komîteya Darayî li Parlementoya Kurdistanê Şêrîn Husnî di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku, heftiya borî li ser pereyên petrola Kurdistanê li Amerîka, Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê çend zanyarî ji wan re aşkere kirin.

Li gor gotina Şêrîn Husnî “Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdsiatnê Rêbaz Hemelan ew yek zelal kiriye ku, 100 milyon dolar ji pereyên firotina petrola Kurdistanê li bankek amerîkî ne, bi sedema şerê DAIŞê jî, derfet nebû ku her 100 milyon dolar bi yekcarê bo Herêma Kurdistanê bê şandin, dibe ku ew pere li ser du caran bên şandin.”

Wek wê parlementerê zelal kiriye, biryare 50 milyonî yekem di vê hefteyê de bê şandin, dê beşek jê bi mûçeya meha 12an were terxan kirin.

Şêrîn Husnîd diyar kir jî ku, Wezîrê Darayî aşkere kiriye ku, Hikûmeta Iraqê ti astengek ji bo vegera wî 100 milyon dolarî çênekiriye, ji ber ku ew pere yên firotina petrolê berî rêkeftina Hewlê-Bexdayê ye.

Wê Endama Komîteya Darayî li Parlementoya Kurdistanê da zanîn jî ku “Wezîrê Darayî amaje kiriye jî ku, li bankek almanî herwiha bankek brîtanî, pereyên firotina petrola Kurdistanê heye,birayre ew pere jî werin, lê qasê wan pereyan ji me re aşkere nekir.”

Basnews
Top