George Bush: Ezê heta dawî piştgîriya Kurdistanê bikim
Serokê berê ya Amerîkayê George Bush di hevdîtinekî de li gel Cîgirê Serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî li Washingtonê ragehand ku vê heta dawî piştgîriya Kurdistanê bike.
Di hevdîtina han de Bush û Cîgirê Serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed behsa rewşa Kurdistanê bi giştî û rewşa şerê dijî terorîstên DIŞIê bi taybetî kirin û Mûsa Ehmed behsa serkeftinên hêzên pêşmerge yên li dijî terorîstên DIŞIê bo Bush kir.
Her di vê hevdîtina han de Bush serkeftinên hêzên pêşmerge li hember terorîstan bi serkeftinên dîrokî wesif kiriye û tekez li ser vê yekê kiriye ku heta dawî di şerê dijî terorê de vê piştgîriya Kurdistanê bike.
