• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Pêşmerge parêzerên Kerkûkê ne

Gulan Media February 2, 2015 Nûçe
Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Pêşmerge parêzerên Kerkûkê ne
Wezîrê Petrolê yê Iraqê serdana wêstgeha petrolê ya Xebaze li bajarê Kerkûkê kir û ragehand ku, Pêşmerge parêzgariyê li hemû samanên Kerkûkê dikin.

Îro Duşem 02.02.2015`an Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî serdana wêstgeha petrola Xebaze li Kerkûkê kir, ev yek jî piştî bûyera roja înê û kontrolkirina wê wêstgehê ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve hat ku, çekdarên DAIŞ`ê 5 bîrên petrolê teqandin û 22 karmendên wêstgeha Xebaze jî girtinbûn, Wezîrê Petrolê yê Iraqê jî bi armanca ji nêzîk ve agahdarbûn ji bûyeran û zirarên wê wêstgehê, serdana Şirketa Petrola Bakur kir.

Mehdî piştî gehîştina wî bo bajarê Kerkûkê û encamdana civînekê ligel parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, serdana wêstgeha Xebaze kiri ya li Şirketa Petrola Bakur ya li başûrê bajarê Kerkûkê û piştre çûn ser cihên teqîna bîrên petrolê.

Mehdî di daxuyaniyekê de bo dezgehên ragihandinê, rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind nirxand û got: “Hêzên Pêşmerge selimandin ku, ew ne tenê ji bo bergirîkirina Kerkûkê û welatiyan hatine, lê belê parêzgarê hemû samanane jî, ev jî cihê xweşhaliya me ye.”

Peyamnêrê BasNewsê, amaje bi wê yekê dike ku, çekdarên DAIŞ`ê zirarên mezin pê bûne, ligel wê jî zirar bi Şirketa Petrola Bakur bûne, ev jî dem jêre di vê ji bo were nûjenkirin û bikarxisitna wan beşên ku, ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve hatine werankirin.

Hevdem Wezîrê Petrola Iraqê amaje bi wê yekê kir ku, çekdarên DAIŞ`ê zirarek mezin bi wan bûye, ligel wê jî zirareke mezin bi Şirketa Petrola Bakur kirine, ev jî pêdivî bi demê heye ji bo nûjenkirin û bikarxistina wan beşan ku, ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve hatine wêrankirin.

Basnews
Top