Pêşmerge û YPGê 30 gundên Kobanê ji dest DAIŞê azad kirin
Ragihandina YPGê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku, piştî azadkirina navenda bajarê Kobanê, hêzên YPG/YPJê bi alîakrî û piştevniya hêzên Pêşmerge bi awayekî lez li hember komên DAIŞ`ê ku xwe li gundên derdora Kobanê bi cihkiribûn, kirine armanc û êrişî ser binke û sengerên wan kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku: Hêzên YPG/YPJê şeva bihorî 1-2/2/2015 hin gundên başûr û rojavaye Kobanê azadkirin. Herweha qonaxa duyamîn a paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyan destpê kiriye.
YPGê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku êdî çeteyên DAIŞê xwe li hemberê operasyonên wan nagirin û direvin.
Li gor hinek jêderên nêzîkî YPGê, heta niha zêdetir ji 30 gundên herêma Kobanê ji aliyê hêzên hevbeşên Kurdî ve ji çeteyên DAIŞê hatine pqijkiri
