Serokwezîr Barzanî: Li hundir tiştekî dibêjin li derve jî tiştekî din dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi nûnerên partiyên şirîk ên hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya. Di civînê de hinek wezîrên hikûmetê jî beşdar bûn û li ser kar û bernameyên xwe agahî dan.
Li gorî daxuyaniya civînê, di civînê de li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, şerê DAIŞê, kirîza darayî, çawaniya karkirina hevbeş di hikûmetê de hatin axaftin.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Barzanî diyar kir ku nabe partiyên şirîk ên hikûmetê di kabîneyê de yek bin lê di medyayê de mîna dijberan bin, ji ber wê jî divê hemû şirîkên hikûmetê bi bername û gotarek hevbeş bixebitin û xwe xwediyê hikûmetê bibînin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Bizava Gorranê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê şirîkên hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.
Rudaw
