Wezareta Pêşmerge: Em razî ne bi DAIŞê re pevguhertina dîlan bikin
Kerkûk (Rûdaw) – Malbat û xizmên pêşmergeyên ku dîl ketine destê DAIŞê dixwazin dîlên wan bên rizgarkirin. Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî got, DAIŞ tenê kuştiyan dixwaze û daxwaza dîlên xwe nekiriye.
Di şerê şeva 30ê Çileya îsal li başûrê Kerkûkê de, derdora 17 pêşmergeyan bi saxî ketibûn destê DAIŞê. Li gorî agahiyan, ew pêşmerge niha li devera Hewîce ya Kerkûkê di destê çekdarên DAIŞê de ne.
Îro li Kerkûkê, xizm û mirovên wan pêşmergeyên dîl kom bûn û bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin wan dîlan rizgar bike.
Xizm û mirovên wan pêşmergeyên dîl ji Rûdawê re gotin, me bi çekdarên DAIŞê re axiviye, ew razî ne pevguhertinê bikin.
Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, em ji bo standina termê pêşmergeyekî hazir in 10 kuştiyên wan radest bikin lê ew daxwaza dîlên xwe nakin tenê daxwaza kuştiyên xwe dikin.
Osman diyar kir ku ji bo rizgarkirina wan pêşmergeyên dîl çi lazim bike dê bikin.
Rudaw
