Tola kurê xwe ji DAIŞê stand
welatiyekî Iraqî ji bo tol standina kurê xwe ji rêxitsina DAIŞê, 7 çekdarên wê rêxistinê li bajarê Tikrîtê kuştin.
Çavkaniyên ewlekarî yên Iraqê ragihandin ku, duh 01.02.2015 Basil Remedan Tikrîtî bi çekekî sivik êrîşî xaleke pişiknînî ya çekdarên DAIŞê li nava bajarê Tikrîtê yê ser bi parêzgeha Selahedînê, kir.
Di wê êrîşê de 7 çekdarên DAIŞê bi guleya Basil Remedan Tikrîtî hatin kuştin, piştire çekdarên DAIŞê Basil Remedan Tikrîtî kuştin.
Berî demekê, çekdarên DAIŞê 8 kes li bajarê Tikrîtê gulebaran kirin, di nav wan kesan de jî Ehmed ku kurê Basil Remedan Tikrîtî ye hebû, lewma bavê wî tola kurê xwe ji çekdarên DAIŞê stand.
Heta niha çend navçeyên parêzgeha Selahedînê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye, piştî dest danîna çekdaran li ser parêzgeha Neynewayê di 9ê Hezîrana sala 2014an de.
Basnews
