DAIŞ fewcekî Kurdî ava dike
Rêxistina DAIŞ`ê di hewla çêkirina fewceke taybet de ye ji bo wan Kurdên ku, di nava çekdarên wê de ne, biryare emîrekî Kurd jî bo wê cewcê destnîşan bikin, armanca ji çêkirina wê fewcê jî, tirsandina xelkê Herêma Kurdistanê û gihandina nameya DAIŞ`ê bo Herêma Kurdistanê ye, bo vê mebestê jî beşek ji wê fewcê hewla xwerêxisitnê didin.
Di vê derbarê de, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge general Cemal Mihemed ji BasNewsê re ragihand ku, DAIŞ li her cihekî desthilatê wê hebe êrîş dike, niha sedemên êrîşan bo ser Pêşmerge û Kurdistanê ewe ku, Pêşmerge rêya hatûçûna navbera Sûriyê û Iraqê kontirolkirine, lewima dixwazin bi her corekî êrîşî ser Hêzên Pêşmerge bikin û wan rêyan bixînin bi kontirola xwe û got:“ Niha beşek ji Kurdên nava DAIŞ`ê tên derxisitn û rêklamê bo wan dikin, çûnkî beşek ji Kurdan komkirine ji bo şerkirin dijî Pêşmerge bikartînin, bi taybetî ew Kurdên Baasî yên ku berê di artêşa Baas debûn.”
Cemal Mihemed diyar kir ku “Tenê armanca wan ewe ku, sawa bajarekî ji bajarê Kurdî bişkînin, me jî sozdaye ku ew xewin pêknayê û şikestiya yekcarî ya çekdarên DAIŞ`ê nêzîkbûye.”
Basnews
