Şingal: DAIŞê êriş kir Pêşmerge bersiv da
Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Muqedem Ezîz Ehmed ji Rûdawê re got, saet 8ê îşev çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrişî Pêşmerge kirin.
Ezîz Ehmed diyar kir, çekdarên DAIŞê êriş kirin lê êrişa wan ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin û bi tundî bersiva wan hat dayîn.
Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, ev demek bû DAIŞê li Şingalê lawaz bibû lê îro ji ber ku hêz li Sûriyê anîbûn, êrişa îşev hinekî giran bû.
Muqedem Ezîz Ehmed her wiha got, balafirên şer jî li gorî wan agahiyên ku Pêşmerge dabûn wan, çeperên DAIŞê yên li Şingalê didin ber bombeyan.
Rudaw
