Amerîka vîza neda Salih Mislim
Piştî ku Hevserokê PYDê Salih Mislim daxwaza vîzayê ji bo serdana Amerîkayê kir, hikûmeta wî welatî daxwaza wî red kir û rê neda Mislim ku serdana Amerîkayê bike.
Berpirsekî amerîkî derbarê nedana vîzayê ji bo Salih Mislim ragihand ku, daxwaza vîzayê li gorî yasaya Amerîkayê karekî nihênî û veşartî ye û çênabe ew kesê ku daxwaza vîzayê kiriye behsa wê bike, ji ber ku welatê me siyaseteke gellek tund li ser dayîna vîzayê heye.
Ev yek di demekê de ye, ku hinek ji alîgirên Hevserokê PYDê dibêjin ku nedana vîzayê ji bo Mislim ne ji ber yasayên Amerîka yên tund li hember dayîna vîzayê ye û Amerîka vîza neda ji ber ku bi dayîna vîzayê dê rewşa wan ligel Hikûmeta Tirkiyeyê hestiyar bibe.
Rudaw
