Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Saziya Meda ya Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî kir
Di hevdîtinê de, Serokê Dezgeha Meda ya Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî, Serok Barzanî ji wan hemû pêşhatan agahdar kir ku li çarçêweya guhertinên di nav Hikûmetê da birêvediçin li gel destbikarbûna birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê û ew hengavên têne avêtin, yan ew rêwşuwênên aliyên cûda cûda û hêzên netewî li bendê ne ku bi navê pêkanîna keşûhewayek ji bo karê nîştîmaniya hevbeş û rastkirina rêrewa proseya siyasî û berengarbûna wan astengên têne pêşiya wan guhertinan ku armanca wan başbûna jiyana siyasî û hengavên berev çespandina demokrasiyê ne.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî, tekez li ser karên erêniyên Herêmê kir ku beranber Hikûmeta Ebadî û piştevaniya wan hengavên ji bo bi hêzkirina yekîtiya nîştîmanî û komkirina hemû şiyanên bi navê şikandina teror û Da'îş da têne avêtin.
Di hevdîtinê de, tekez li ser serkeftinên Pêşmerge li bereyên şerê dijî Da'îş û komkirina her çî li şiyanêdeye ji bo binbirkirina wan li ser axa Kurdistanê, her wiha karkirina hevbeş li gel hêzên çekdarên Iraqê da, ji bo bi cîh gihandina wê erka pîroz. Fexrî Kerîm, bi pêzanînê ve behsa destkeft û serkeftinên Pêşmerge û rola Serok Barzanî kir li amadekirina hêzan û serkirdayetîkirina wan da kir.
