Wezîrê Komara Kurdistanê: Mela Mistefa ji Qazî re got ji sozên Tehranê bawer neke
Smaîl Axa di vê hevpeyvînê de behsa dostaniya xwe û Qazî, damezrandina Komara Kurdistanê û hilweşandina komarê û darvekirina Pêşewa dike.
Rûdaw: Pêwendiya te û Qazî Mihemed kengî destpê kir?
Smaîl Axa: Pêwendiya me û Qazî Mihemed pêwendiyeke kevn e û beriya bêhtirî sed salî jî bapîrê min û bavê Qazî Mihemed, Qazî Elî pêwendiyên wan ên bihêz hebûn û dostên hev bûn. Di dirustkirina Komara Kurdistanê de jî, em jî hevkarên Qazî Mihemed bûn û Qazî bixwe jî kesekî mirovdost bû, hertim hevkar bû, nexasim birayê wî Sedr. Her kêşeyeke me li Sablaxê hebûya, wan çareser dikir.
Baş e, pêwendiya te û Komeleya Jê Kafê (Jiyanewey Kurd) çawa bû?
Pêwendiyeke min a bihêz bi Komeleya Jê Kafê re hebû. Bi endamên Jê Kafê re, pêwendiyên min ne hizbî, lê belê kurdînî bûn. Di kovarên wan de jî, min hin tişt belav dikirin bi navekî nihênî. Di kovara Niştiman de, nave min Piştîwan e. Mamoste Hejar jî yek ji hevkarên Komeleya Jê Kafê bû.
Qazî Mihemed çawa bû serokê Komara Kurdistanê?
Dewleta Rûsyayê Qazî Mihemed wek baştirîn kes dît bo wî karî, ji ber statûya wî ya civakî ku mirovekî navdar bû, mirovekî hezkirî û siyasî bû.
Tu çawa bûyî wezîr di Komara Kurdistanê de?
Mela Mistefa Barzanî hate ba bavê min Mehmûd Axa ku pêwendiyeke wan a baş hebû. Mela Mistefa Barzanî got: “Bi min xweş e hûn jî beşdarî hikûmetê bibin û ez du lawên te bi xwe re bibim Sablaxê. Bavê min jî jê re got, tiştê bi te baş be, bi min jî baş e. Em çûne Sablaxê. Dema ku hikûmet hat çêkirin, wezareteke din ji min re destnîşan kirin. Lê min doza Wezareta Rêgaûbanê kir. Çimkî ez wê çaxê nexweş bûm û doktor ji min re gotibû divê ez li ser xwe bigerim. Ew wezaret jî ji min re pir baş bû, çimkî divabû berdewam herim û bêm û di nav bajar û gundan de bigerim.
Di dema hikûmeta Komara Kurdistanê de, wezareta te çi kar kirin?
Me nexşeya çend riyan danî û me berdewam çavdêriya riyên çûnûhatinê dikir. Rojekê nivîsarek ji min re hat li ser Pira Sor ku qaşo deriziye. Min daxwaz ji Qazî kir ku razîbûna xwe nîşan bide da em endezyarekî bihinêrin wir.
Qazî Mihemed got emê bi hev re herin lê binihêrin. Gava ku em çûn wir, me dît kêşe ne metirsîdar bû, lê temenê kurt ê komarê rê neda em plan û nexşeyên xwe bînin cih.
Rola Mela Mistefa Barzanî di Komara Kurdistanê de çi bû?
Mela Mistefa bi çend rolan radibû. Lê bi taybetî karê leşkerî dikir. Her nakokiyek derketa, bi destê Mela Mistefa dihat çareserkirin. Piştî Qazî, Mela Mistefa hem wezîrê cengê bû û hem jî serokwezîr bû. Karekî mezin dikir û mirovekî pir şiyandar bû. Qazî Mihemed jî ew serpişk kiribû. Çend kar hebûn ku bi navê Qazî Mihemed dihatin kirin, lê Mela Mistefa ew kar dikirin.
Şandên ku dihatin Kurdistanê li ku derê diciviyan?
Li Mihabadê civîn nedihatin kirin. Carekê Qazî bo civînekê çûbû Tewrêzê. Endamên hikûmetê civiyan da bizanin ku roja din Newroz bû, gelo wê rojê bikin bêhnvedan û wek cejn bidin nasîn an na. Qazî bi şevê vegeriya û got Newroz cejna gelê kurd e û sibe ango roja Newrozê li hemû sazî û dezgehên Komara Kurdistanê bêhnvedan e.
Di dema Komara Kurdistanê de, çend eşîr hebûn ku li dijî komarê bûn, an bi komar û hikûmeta Îranê re bûn, ew eşîr kîjan bûn?
Eşîra Mamiş yek ji wan eşîran bû. Beşek ji wan bi dewletê re bû û beşek bi komarê re bû. Eger ne bi zorê bûna, wan hevkariya komarê nedikir. Rojekê civîn bû. Yek ji endamên civînê got cenabê Pêşewa heta em çend eşîrekê nekujin karê me naçe serî. Lê Pêşewa razî nebû û got eşîr jî kurd in û dostên me ne.
Komara Kurdistanê çawa hilweşiya û Qazî Mihemed çawa hat girtin?
Artêşa Îranê gava hate Kurdistanê, Qazî Mihemed û hevkarên wî bo pêşwaziya serleşker Humayunî heta Miyandwawê çûn. Wê şevê çûne gundê Hemamiyan li mala bavê min. Di wê şevê de, radyoya Tehranê got ku Qazî Mihemed xwe teslîm kiriye. Di wê demê de, hevkarên Qazî Mihemed gotin em teslîm nebûne, lê dibe ku em hevkariyê bikin.
Çima kurdan li hember artêşa Îranê li ber xwe neda?
Dewleta Îranê ewlekarî dabû Qazî Mihemed ku dê ziyanê negihîne wî û ti karê xirab derheqê wî de nake. Îranê soz dabû Sedrê Qazî jî. Dewleta Îranê Pêşewa xapand û Pêşewa jî ket dava Îranê û ji sozên wan bawer kir.
Baş e, Mela Mistefa çawa nehate girtin û çû?
Pêşî Mela Mistefa ji hêla Şahê Îranê bo Tehranê hate vexwendin. Li wir, sozê didinê ku eger ew çekên xwe deyne dê jiyana wî parastî be û kes îşê xwe pê nayîne. Barzanî jî gotibû ezê herim Mihabadê û bersivê bidim we. Lê wî ji sozên Şah bawer nekir û xwe da hev û çû.
Mela Mistefa ji Qazî Mihemed re jî negot were em bi hev re biçin?
Min bihîst ku Barzanî ji Qazî Mihemed re gotibû, min dinya bêhtir dîtiye, were em herin, ji sozên wan bawer neke. Lê Qazî Mihemed vê carê bi ya Mela Mistefa nekir, çimkî dewletê soz dabûyê û ew xapandibû.
Gava ku Qazî Mihemed, Sedrê Qazî û Seyfî Qazî hatin daliqandin, çima şêniyên Kurdistanê bêdeng man û ti helwest nîşan nedan?
Artêşa Îranê timamiya navçe û kolanan girtibû. Ew di demekê jî daliqandin ku haya kesî jê nebû. Hemû jidil pê êşiyan, lê çare nebû, tiştek ji destê kesî nedihat.
Piştî hilweşandina komarê, çi hat serê wezîrên wê?
Dewletê hemû girtin û avêtin zindanan.
Çima tu nehatî girtin?
Ez ji maleke mezin bûm û dewletê nexwest malbata Êlxanîzade bike neyarê xwe. Lewma wan ez negirtim, lê dev ji min bernedan û ez dûr kirim bo navçeya Damuganê. Ez gelek salan li wir mam û piştre vegeriyam Bokanê.
Hacî Smaîl Axa Êlxanîzade:
Sala 1911 li gundê Hemamiyan ê girêdayî bajarê Bokanê ji dayik bûye.
Bavê wî Mehmûd Axa serokê eşîra Dîbokirî bû.
Wezîrê Rêgaûbanê yê Komara Kurdistanê bû di sala 1946 de.
Di hucreyê de xwendiye heta pileya mîrzatiyê.
Niha li Bokanê, li Rojhilatê Kurdistanê dijî.
Rudaw
