• Tuesday, 17 February 2026
logo

17mîn pêşmergeyê Rojava li Başûr şehîd bû

Gulan Media February 1, 2015 Nûçe
17mîn pêşmergeyê Rojava li Başûr şehîd bû
Seîd Ehmed pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê yê 17mîn e ku di şerê li dijî DAIŞê de li Başûrê Kurdistanê şehîd dibe.

Seîd Ehmed xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û sibeha înê li gundê Qadisiyê li eniya Zûmarê ya Mûsilê şehîd ketibû cenza wî ber bi bajarê wî ve çû.

Brayê Seîd, Sîpan jî pêşmergeyê Rojava ye û wiha dibêje: “Em pêşmergeyên Rojava hemû Seîd in. Seîd nemiriye, Seîd sax e. Em amade ne ku rajin çekê wî û herçar perçên Kurdistanê rizgar bikin.”

Tê zanîn ku hejmarek mezin ji pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûr li eniyên Bendava mûsil, Zûmar û Şingalê di çeperên şer de ligel Hêzên Pêşmerge di şer de ne û ev 17emîn Pêşmerge ye ku li Başûr şehîd dikeve.

Rudaw
Top