• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şingal: Pêşmerge livînên DAIŞ`ê xistine bin çavdêriyê

Gulan Media February 1, 2015 Nûçe
Şingal: Pêşmerge livînên DAIŞ`ê xistine bin çavdêriyê

Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê aşkere kir ku, Hêzên Pêşmerge tevahiya livînên DAIŞ`ê xisitne bin çavdêriyê de û livîna çekdarên li wê eniyê nemane.

Fermandarê eniya Şingalê general Behram Doskî, îro Yekşemê 01.02.2015`an ji BasNewsê re got: “Hêzên Pêşmerge livînên çekdarên DAIŞ`ê li wê eniyê xisitne bin çavdêriyê, bi taybet bi şev çekdarên DAIŞ`ê dixwazin pêgehên xwe biguherin ji cihekî bo cihekî din, lê ji ber ku rêya serekî ya Şingalê di destê Hêzên Pêşmerge de ye, karîna livîn û hatûçûna wan nemaye, çekdarên DAIŞ`ê tenê li nava bajarê Şingalê pêgehên xwe cîgîrkirine û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di amadebaşiya temam de ne bo her êrîşeke DAIŞ`ê û kengî ferman ji me re were, emê Şingalê azadikin“.

Behram Doskî diyar kir ku “DAIŞ pir ji azadkirina Şingalê ditirse, çûnkî rêya serekî ya wan bo Sûriyê ye û ji wir jî bo nava Mûsilê ye, di heman dem de, ji destdana Şingalê bo wan wateyeke mezin bi Pêşmerge dighîne.”

Niha DAIŞ dixwaze fişar xistina ser eniyên dinên Şingalê ji bîra Pêşmerge bibe, lewima di heyama borî de êrîşên her pirên DAIŞ`ê bo eniyên derveyên Şingalê bûn.

Basnews
Top