• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bersîva Serok Barzanî ya ji bo peyama Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 1, 2015 Nûçe
Bersîva Serok Barzanî ya ji bo peyama Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê
Birayê birêz Kak Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Mizgîniya serkeftina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li mîhwera Kerkûkê li ser terorîstên Da'îş hemû Kurdistaniyekî xweşhal kir. Spas ji bo xwedayê mezin, spas ji bo Pêşmergeyên me yên qehreman û destê hemû aliyek xweş bê.

Silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên qehreman ku bi xwîna xwe bergiriyê li ax û kerameta Kurdistanê kirin. Hêviya başbûnê ji bo birîndarên şerên mîhwera Kerkûk û hemû bereyên cengê dijî terorîstan dixwazim.

Ji bo wê tevgera ku we kir spas û pêzanînên min ji bo cenabê we û hemû fermande û Pêşmergeyên wêrek heye ku we terorîstan şikand. Destên we xweş bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.02.2015
Top