• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge gundê Mela Ebdula kontrol kirin

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Pêşmerge gundê Mela Ebdula kontrol kirin

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gundê Mela Ebdula bi temamî kontrol kirin, piştî şerekî giran ligel çekdarên DAIŞê ku têde 15 termên çekdaran ketin dest Pêşmergeyan de.

Serê sibeha îro 31ê Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Enwer Hacî Osman ji BasNewsê re ragihandibû ku “Hêzên Pêşmerge êrîşên xwe bo ser pêgehên çekdarên DAIŞ`ê yên li gundê Mela Ebulla destpêkirin, daku bi temamî wê navçeyê ji çakdarên DAIŞ`ê paqijbikin.”

Di vê derbarê de, berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji BasNerwsê re got: “Îro 31.01.2015, Hêzên Pêşmerge êrîşa xwe li ser çekdarên DAIŞê li gundê Mela Ebdula û çend navçeyên din ênrojavayê Mûsilê destpêkirin, di encam de û piştî çend demjimêran ji şer û pevçûnan, gundê Mela Ebdulla ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat kontrol kirin û niha Pêşmere gehiştine ser pirê.”

Navborî diyar kir ku, niha ti cihekê nemaye ku sînorê Pêşmerge be û ne di bin kontrola Pêşmerge de be.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Polîsên Qeza û Nahiyeyê Kerkûkê Serhed Qadir ji BasNewê re ragihand ku “Niha termê 15 çekdarên DAIŞê di dest Pêşmergeyên Kurdistanê de ye û niha Pêşmerge kêfxweşiyê bi serkeftina xwe dikin.”

Li gor Kargêrê Melbenda Xaneqînê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hêmin Mensûr,di şerê azadkirina Mela Ebdulla de, fermandarekî Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê şehîd bû.

Hêmin Mensûr da zanîn ku “Fermandarê Hêzê Du yên Piştgiriyê Lîwa Hisên Mensûr di êrîşa îro de ya Hêzên Pêşmerge li sînorê Kerkûkê şehîd bû.”

Basnews
Top