Cebar Yawer: Em vê gavê hejmara şehîdan eşkere nakin
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re got, heta niha me hejmara şehîd û birîndarên şerê Kerkûkê eşkere nekiriye çimkî heta niha jî şer heye, piştî ku şer xilas bû emê ragihînin.
Cebar Yawer diyar kir ku ew amar û agahiyên ku heta niha li ser hejmara şehîd û birîndarên şerê Kerkûkê hatine ragihandin, fermî û rast nînin.
Qesta Cebar Yawer, agahiyên Rêveberiya Tenduristiyê ya Kerûkê bû ku ragihandibû, di şerê Kerkûkê de 31 Pêşmerge şehîd bûne.
Li ser daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ku gotibû, di şerê Kerkûkê de 50 Pêşmerge şehîd bûne, jî wî rayedarê Wezareta Pêşmerge got, heta niha gellek amar û agahî li ser hejmara şehîd û birîndarên şerê Kekrûkê hatine belavkirin, dibe Ebadî jî ji wan çavkaniyan agahî standibe.
Şeva îniyê (30ê vê mehê) çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrişî Pêşmerge kiribûn ku di encamê de komek Pêşmerge şehîd û birîndar bibûn.
Rudaw
