• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Şaroxa DAIŞ 45 termê çekdarên xwe li pey xwe hişt

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Li Şaroxa DAIŞ 45 termê çekdarên xwe li pey xwe hişt
Çekdarên DAIŞê êrîşek li ser pêgehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gundê Şaroxa pêkanîn, lê Pêşmegreyan bi tundî bersiva wan dan û 45 çekdar di wê êrîşê de hatin kuştin.

Fermanderekî Pêşmergeyên Zêrevan aşkere kir ku, di êrîşa şeva borî de ya çekdarên DAIŞ`ê bo ser gundê Şaroxa li eniya Rojavayê Dicle, termê 45 çekdaran li qada şer mane.

Efserê Pêşmergeyên Zêrvanî li eniya Rojavayê Decle Kameran Hewramî ji BasNewsê re got: “Di êrîşa şeva borî de ya çekdarên DAIŞ`ê bo ser gundê Şaroxa ku ser bi nahiya Wankê ve ye, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîbûn piştî rûbirûbûneke bi hêz wê êrîşê pûçbikin“.

Hewramî got jî: ”Di wê êrîşê de Pêşmergeyan Karîbûn 45 çekdarên DAIŞ`ê bikujin û niha jî termên wan li cem Pêşmergene û biryare wan terman kom bikin û piştre li cihekî veşêrin.”

Derbarê bi zirarên Pêşmerge jî navborî got: “Di wê êrîşê de 3 Pêşmerge şehîdbûn û hejmareke din jî birîndarbûn, îro jî rewşa navçeyê arambûye.”

Basnews
Top