• Tuesday, 17 February 2026
logo

Lîwa Hisên Mensûr şehîd bû

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Lîwa Hisên Mensûr şehîd bû
Fermandarê Fermandeya Hêzên Piştevaniya 2 ya Hêzên Pêşmerge Lîwa Hisên Mensûr di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bû.

Li gorî zanyariyan, Lîwa Hisên Mensûr Fermandarê Fermandeya Hêzên Piştevaniya 2 ya Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêr a nêzîkî Celewlayê di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Rêveberê Polîsên Derdora Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji bilî piştrastkirina wê nûçeyê, ji Rûdawê re ragihand: “Îro ew fermandar bi guleya nîşançiyekî canê xwe ji dest da.”

Herwiha di êrişa duhî ya çekdarên DAIŞê li ser başûrê Kerkûkê de, Fermandarê Lîwaya 1ê ya Hêzên Pêşmerge Emîd Şêrko Şiwanî jî şehîd ket.

Rudaw
Top