• Tuesday, 17 February 2026
logo

Asya Ebdulah bersiva Erdogan da

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Asya Ebdulah bersiva Erdogan da
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdulah ji Tirkiyeyê xwest ku derbarê paşeroja gelên li navçeyê de diyalogê bike.


Asya Ebdulah di daxuyaniyekê de bersiva gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da ku gotibû ew ti statûyeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin.


Hevseroka PYDê ji Tirkiyeyê xwest ku li şûna wan daxuyaniyan bila ew derbarê paşeroja gelên li navçeyê de û pêşxistine têkiliyên dîrokî de diyalogê bikin û got: “Tirkiye wê ji hemû welatan zêdetir ziyanan ji belavbûna terorê bibîne.”


Derbarê derxistina DAIŞê ji bajarê Kobanî de, Asya Ebdulah ew serkeftin li dayikên şehîdan, Hêzên Pêşmerge, YPG, Artêşa Azad û hevpeymaniya navdewletî pîroz kir û got: “Berxwedana li Kobanî bi dawî nehatiye û niha qonaxa rizgarkirina gund û navçeyên derdora Kobanî dest pê kiriye.”


Li ser pêvajoya avakirina bajarê Kobanî jî, Hevseroka PYDê daxwaz ji hemû aliyekî kir ku alîkariya pêvajoya dubare avakirina bajarê Kobanî bikin.

Rudaw
Top