Li Kobanê çend gundên din hatin azad kirin
Hêzên pêşmerge û YPG li Kobanê çend gundên din azad kirin.
Di vê derbarê de Fermandarekî hêzên pêşmerge yên li Kobanê ragehand ku hêzên pêşmerge û şervanên YPGê karîne bi hevbeşî derbên dijwar li terorîstên DIŞIê bidin û çend gundên din li derdorê Kobanê rizgar bikin.
Ev Fermandarê han eşkere kir ku di encama êrîşên hêzên pêşmerge û YPGê de bo ser terorîstên DIŞIê herî kêm 20 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û li Rojavayê Kobanê jî gundên Menaz, Mezreeyi Ebrûş, Elbelur, Mistefa Mûsa, Colbig û durbêg ji destê terorîstên DIŞIê hatine azadkirin.
