Desteya avakirina Kobanî hat pêşanîn
Desteya avakirina Kobanî ji aliyê Desteya Cîbicîkar ya kantona Kobanî ve hatiye pêkanîn û duh bi rêya daxuyaniyekê re li Qada Azadî li nav bajarê Kobanî hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber wêranî û talaniyê, jiyan êdî li nav Kobanî nayê kirin, herwiha daxwaz ji deste û rêxistinên navdewletî û di serî de Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û alîkariya Kobanî bikin.
Desteya Cîbicîkar ya Kantona Kobanî car din xwest ku korîdoreke mirovî bê vekirin ji bo alîkarîkirina Kobanî û xelkê wê.
Li gor heman daxuyaniyê, desteya ku hatiye avakirin wê ji kesên pispor pêk were.
Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan dibêje, ewê alîkariyên xwe yên mirovî ji bo xelkê Kobanî berdewam bikin, lê ew bi ti awayekî tevlî proseya nûejnkirina bajarê Kobanî nabin.
Tê zanîn ku çend mehan li nava bajarê Kobanî şer û pevçûnên giran di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê diqewimîn. Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî bi giranî li çeper û navendên DAIŞê li nava bajêr didan.
Rudaw
