• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge li Kerkûkê ji 3 aliyan ve êriş dike

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Pêşmerge li Kerkûkê ji 3 aliyan ve êriş dike
Hêzên Pêşmerge li sînorê Kerkûkê ji 3 aliyan ve êriş birin ser çeperên DAIŞê.

Şeva berê li eniya başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrişek berfireh li dijî hêzên Pêşmerge pêk anîn ku di encamê de hinek çeperên Pêşmerge ketin destê wan çekdaran, lewma Hêzên Pêşmerge dixwazin dîsa kontrol bikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, niha Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê ji 3 aliyan ve dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin.

Ew êrişa Hêzên Pêşmerge bo kontrolkirina hersê navçeyên Xebaze, Fethe û beşek ji Mela Ebdullahê ye.

Çekdarên DAIŞê di êrişa xwe de li eniya başûrê Kerkûkê karîn deverên Tilwerd, Mekteb Xalid, Mele Ebdullah û Meryem Begê bigirin lê hêzên Pêşmerge di demek kurt de dîsa hinek ji wan dever ji wan standin.

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên tenduristiyê yên Kerkûkê ketine destê Rûdawê, di encama êriş û şeva berê de, Fermandeyê Tabûra Yekem a Pêşmerge Şêrko Şêranî û 17 pêşmergeyên din şehîd bûn û 160 Pêşmege jî birîndar bûn.

Herwiha rayedarekî Pêşmerge ji Rûdawê re got, di wî şerî de li eniya başûrê Kerkûkê herî kêm 57 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Rudaw
Top