• Tuesday, 17 February 2026
logo

Jineke Kurd bi guleyên zêrevanên sînorê Tirkiyê hat kuştin

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Jineke Kurd bi guleyên zêrevanên sînorê Tirkiyê hat kuştin

Jina Kurd dixwest ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî Cizîrê li Bakurê Kurdistanê bibe, da ku ji wê der berê xwe bide Nisêbînê li cem hevjînê xwe.

Jineke ji bajarê Dirikê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê zêrevanên sînorê Tirkiye ve hat gulebaran kirin, di encam de canê xwe ji dest da.

Pêr, 29ê Çile, Nehayet Celal (30 salî) xwesibû ji Rojavayê Kurdistanê derbarsî Bakurê Kurdistanê bibe, lê zêrevanên sînorê Tirkiye bi guleyan êrîşê wê kirindema dixwest bi qaçaxî ji Dêrikê biçe Cizirê.

Piştî bûyerê cenazeyê Nezahat Celal digehîne nexweşxaneya hikûmetê li nêzîkî Cizîrê, Şaredara Kurd a bajarê Cizîrê Leyla Imret û Serokê HDPê yê Bajar Ali Akdeniz û hin endamên partiya DBP dema xeberê ji nexweşxaneyê dibihîsin yekser serdana nexweşxaneyê dikin.

Cenazeyê Nezahat Celal dibin beşa pizîşkî li Peymangeha Pizîşkê Dadwerî ya bajarê Amedê ji bo vekolîn û derxistina nîşanên gulyan ji canê wê.

Li gorî nûçeyan dihat gotin ku wê Nezahat Celal ji Dêrikê çubaye Mêrsînê cem hevserê xwe ku li wî bajarê Bakurê Kurdistanê dijiya.

basnews
Top