• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Zumarê 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Li Zumarê 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser pêgehên Pêşmerge li nahiyeya Zumarê, lê êrîşa wan rastî bersivdaneke tund ya Pêşmerge hat, di encam de jî 16 çekdar htain kuştin.

Şeva borî careke din çekdarên DAIŞ`ê êrîşkirin ser pêgehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li nahiyeya Zumarê yê li eniya Giwêrê û derbeyek dijwar jî xwarin.

Di vê derbarê de, Fermanderê Pêşmerge general Eşîq Mizûrî ji BasNewsê got: “Şeva borî çekdarên DAIŞ`ê êrîşkirin ser pêgehên Hêzên Pêşmerge û rûbirûyî şikestineke mezin bûn û 16 terorîst hatin kuştin û hejmareke din jî bi birîndarî reviyan.”

Fermandarê Pêşmerge aşkere jî kir ku, 7 çekdarên DAIŞ`ê bi dîl girtine û Pêşmerge jî ti zirar bi wan nebûye.

Basnews
Top