• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Şerê li dijî DAIŞê dirêj e

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Şerê li dijî DAIŞê dirêj e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, şerê li dijî DAIŞê dirêj e. Herwiha daxwaza çekên giran kir.

Nêçîrvan Barzanî di hevpyevînekê de ligel ajansa Reutersê got: “Êrişên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî bi tenê ne bes in û şerê li dijî DAIŞê dirêj e.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Niha hêza DAIŞê hatiye kontrolkirin, lê hîn ew dikare êrişan pêk bîne. Ji bo têkbirina DAIŞê pêwîst e hêzên bejayî bên belav kirin û li kêleka Pêşmerge şer bikin.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku, Pêşmerge ji bo kontrolkirina navçeyên kurdî şer dike, lê ewê xwe dûrî şerê derxistina DAIŞê ji navçeyên Sune yan jî Mûsilê bikin.

Derbarê kontrolkirina Mûsilê de, Nêçîrvan Barzanî pêşbînî kir ku operasyon di payizê de pêk were û got: “Pêwîstiya wê operasyonê bi avakirin û perwerdekirina hêzên Iraqê heye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wek kesekî pragmatîk da zanîn û got: “Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî pirsgirêka herî mezin e ji bo Heyder Ebadî.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Iraq êdî wek welatekî yekgirtî nemaye û pêwîst e şêwazek ji bo bihevrejiyana di nava sînorê Iraqê de bê dîtin, herwiha hişyarî da ku eger ev yek pêk neyê wê xwîneke zêdetir bê rihandin.

Rudaw
Top