• Tuesday, 17 February 2026
logo

Melayê kurd ê DAIŞê hat kuştin

Gulan Media January 31, 2015 Nûçe
Melayê kurd ê DAIŞê hat kuştin
Alîkarê Wezareta Pêşmerge Enwerê Hacî Osman ragihand ku, ew melayê ku ê ku gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê xwaribû, hat kuştin.

Enwerê Hacî Osman ji Rûdawê re ragihand: “Mela Şiwan, ê ku di vîdyoyekê de gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê dixwe, di şerê Hêzên Pêşmerge de hat kuştin.”

Piştî dagîrkirina bajarê Mûsilê û çend bajarekî din ê Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di hevîna sala borî de, mela Şiwan, ku melayê mizgefteke Hewlêrê bû, bi xwe û jin û keçên xwe tevlî rêxistina DAIŞê bibû.

Şevtira din mela Şiwan ligel çend kurdên din di vîdyoyekê de derdikevin ku bi zimanê kurdî gefa dagîrkirina Kerkûk û Hewlêrê dike û dibêje roja înê çekdarên DAIŞê derbasî nava Kerkûkê dibin.

Rudaw
Top