• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê aram e û di bin kontrolê de ye

Gulan Media January 30, 2015 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê aram e û di bin kontrolê de ye
Jêderekî pilebilind ji Wezareta Pêşmerge ragihand ku, rewşa Kerkûkê û derdora wê aram e û hemû di bi kontrola Hêrên Pêşmerge de ye.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand: “Îro serê sibehê 4 xwekujên DAIŞê derbasî nava avahiya Qesra Kerkûkê bûn, lê niha avahî bi temamî kat kontrolkirin.”

Şeva borî seat 01:30 çekdarên DAIŞê bi otombîlên bombekirî û çekdarên xwekuj êrişî gundên Tellwerd, Meryem Beg, Mela Ebdila û Mekteb Xalid li başûrê Kerkûkê kirin, lê Pêşmerge tund bersiva wan dan.

Peymanêrê Rûdawê li Meryem Beg ragihand ku, “Di wê êrişê de çekdarên DAIŞê destê xwe danîn ser gundên Mekteb Xalid, Meryem Beg û Nehrwan lê Hêzên Pêşmerge dîsa ew gundên vala ji wan sitendin.”

Jêderekî pilebilind ji Wezareta Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Rewşa Kerkûkê û derdora wê aram e û hemû di bi kontrola Hêrên Pêşmerge de ye.

Heman jêder tekez kir ku, “Ew êrişa berfireh a DAIŞê bi temamî hat têkbirin û niha hemû ew gund di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne.”

Li gor agahiyên Rûdawê, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir şevê din ji destpêka êrişa DAIŞê de çû eniyên şer li Kerkûkê û niha jî li wir e û serperiştiya wî şerî dike.

Herwiha serê sibehê xwekujekî bi otomobîleke bombekirî xwe xist nav avahiya kevin ya rêveberiya polîsan, ku dikeve nêzîkî hotêla Qesrî ya Kerkûkê û li wir xwe teqand.

Şevê din çekdarên DAIŞê qezanc ji keş û hewaya mij û dûmanê wergirtin û li eniyên başûrê Kerkûkê, Guwêr û Mexmûrê jî êriş kirin, lê hemû êrişên wan hatin têkbirin.

Rudaw
Top