• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Kurdistanê daketina petrolê kompanyayan ranawestîne

Gulan Media January 29, 2015 Nûçe
Li Kurdistanê daketina petrolê kompanyayan ranawestîne
Tevî daketina bihayê petrolê, kompanyayên berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê kar li ser zêdekirina asta berhemanîna petrolê dikin.

Genel Energy ku ji hêla rêveberê berê yê kompanyaya BP a Brîtanî Tony Hayward tê birêvebirin, berdewam e li ser plana ku ji xwe re daniye bo bilindkirina asta berhemanîna petrolê bi rêjeya ji sedî 74 li herdu zeviyên Teqteq û Tawkê ku bi kompanyaya DNO ya norwecî re li wan kar dike. Bi cîbicîkirina vê planê re, asta berhemanîna petrolê li van herdu zeviyan bilind dibe û dibe 400 hezar bermîl di her rojekê de.

Rêveberê darayî yê kompanyaya Genel Energy Julian Metherell ragihand: “Karûbarên kompanyayê wek berê bihêz û pir in. Em hewl didin armancên berhemanînê pêk bînin.”

Metherell herwiha dibêje, tew eger bihayê petrolê nêzîkî 50 dolarî bimîne jî, çavê me li misogerkirina dahata 350 heta 400 milyon dolarî ye.

Kompanyaya Gulf Keystone jî li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li zeviya petrolê ya Şêxan kar dike. Meha borî asta berhemanîna xwe bi rêjeya ji sedî 60 bilind kir û kir 40 hezar bermîl di her rojekê de. Ev kompanya hewl dide di sala 2017 de berhemanîna petrolê bilind bike û bike 70 hezar bermîl di her rojekê de.

Bihayê petrolê di meha hezîranê ya par de ji 115 dolarî daket û bû nêzîka 50 dolarî, çimkî Amerîkayê di çend salên borî de petroleke pir zêde berhem anî ku di 30 salên borî de bêmînak bû. Herwiha Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) red dike ku asta berhemanîna petrola xwe kêm bike. Tê pêşbînîkirin ku, her roj 2 milyon bermîlên petrolê yên zêde li ber destê Qeter û Îmaratê bin ku neçar in imbar bikin û nexin bazarê.

Herwiha Iraqê jî hejmara rekord tomar kiriye di berhemanîna petrolê de, tevî pirbûna petrolê li bazaran, bilindkirina asta hinardekirina petrolê berdewam dike. Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdilmehdî heftiya borî di gotarekê de ragihand ku Iraq piştî van hemû şer û malwêranî û dorpêça aborî, bi nêt e pîşesaziya petrolê nûjen bike.

Cîgirê serokê hikûmeta Iraqê Dr. Roj Nûrî Şaweys roja çarşema borî di sîmpozyoma aborî ya cîhanê li Davos ragihand ku, çimkî gelek astengî li ber Iraqê hene, nexasim daketina bihayê petrolê, Iraq dê hewl bide asta hinardekirina petrolê bilind bike.

Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha çileya pêşin a borî de gihîştin peymanekê li ser budceya 2015 û hinardekirina petrolê bi riya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê. Ev peyman jî bi kêmanî di vê demê de alîkariya Iraqê dike da ku asta berhemanîna petrola xwe bilind bike.

Li gor daxuyaniyên kompanyaya Genel Energy, pişka wê di berhemanîna petrolê de li Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 58 bilind bûye û bûye 69 hezar bermîl di her rojekê de di sala 2014 de û biryar e îsal bê bilindkirin û bibe 90-100 hezar bermîl di her rojekê de.

Şîrovekarê Grûpa Credit Suisse Thomas Adolff dibêje: “Kompanyaya Genel Energy bi pereyekî pir kêm petrolê li Herêma Kurdistanê derdixe û herwiha gelek çavkaniyên mewdanî li ber destê wê ne da ku zeviyên petrolê bipêş bixe, lewma gelek kompanyayên petrolê dexesiya wê dikin.”

Herwiha bi baweriya Adolff li Herêma Kurdistanê baştirîn zeviyên petrolê li ber destê kompanyaya Genel Energy ne û baştirîn çalakiyên wê yên siyasî û karê petrolê li Kurdistanê hene.

Derbarê rewşa aborî ya kompanyaya Genel Energy, Metherell dibêje ku xerciya `operation`a deranîna petrola kompanyayê 2-3 dolar e bo deranîna her bermîleke petrolê û eger bihayê petrolê dakeve heta 30-35 dolarî, hêj kompanyaya wan ziyanê nabîne.

Li gorî serokê stratejiya bazara keresteyan li banka BNP Paribas, Harry Tchilinguirian egereke mezin heye ku bihayê petrolê hêj nizm bibe, nexasim çimkî welatên endamên OPECê wek Iraqê berdewam in li ser bilindkirina asta hinardekirina petrolê û herwiha çimkî bilindbûna berhemanîna petrola Amerîkayê jî her didome.

Lê hêj bihayê petrolê negihîştiye asta daketina sala 2008, gava ku ji ber kirîza mewdanî ya cîhanê, bermîla petrolê bû bi 36 dolar û 20 sentan.

Tevî hebûna egera daketina zêdetir a bihayê petrolê jî, rêveberê cîbicîkar ê kompanyaya Genel Energy Tony Hayward roja çarşemê ragihand ku, rewşa kompanyayê bi başî cih girtiye û dikare geşbûna xwe dewam bike, tew eger bihayê petrolê heta demeke dirêj jî di asteke nizm de bimîne.

Rudaw
Top