• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiyê mzintirîn al li ser sînorê Kobanê bilind kir

Gulan Media January 29, 2015 Nûçe
Tirkiyê mzintirîn al li ser sînorê Kobanê bilind kir
Piştî ku hêzên Kurdî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji çekdarên DAIŞ`ê paqijkirin, karbidestên Tirkiyê aleke mezin li ser sînorê xwe li hemeber Kobanê bilind kirin.

Qaymeqamê qezaya Birsûsê yê hevsînorê bajarê Kobanê aşkere kir ku, karbidestên Tirkiyê û bi beşdariya wî merasîma bilindkirina alê encamdan û ew al bi dirêjahiya 12 mitran û bi bantiya 80 mitrî ye û bi stûnekî ku bilindiya wî 40 mitre hat bilindkirin.

Ji aliyê xwe ve rûniştvanên wê navçeyê nîgeraniyên xwe derbarê vê pêngava Tirkiyê derbirîn û ev yek bi nemyeke nerên li hember serkeftina Hêzên Kurdî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, dane zanîn.

Ji aliyê xwe ve, qaymeqamê Birsûsê Ebdula Çiftecî got: “Ev ala berê li vî cihî bû û me vegernad bo cihê wê ku, ji ber şer û pevçûnên bajarê Kobanê hatibû xwar.”

Basnews
Top