• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Kanadayê dike

Gulan Media January 29, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li sefîrê Kanadayê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 28.01.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Birono Sakomanî sefîrê Kanadayê yê Îraqê û şandeya pê re ku ji hijmarek berpirsên êkonomî, bazirganî, geşepêdan û leşkerî pêkhattibû, kir û di dîdarekê de sefîrê Kanadayê serkeftinên vê dawiyê yên pêşmergeyê Kurdisyanê li bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ li pêşmerge, xelk û hikûmeta herêma Kurdistanêî pîroz kirin û tekîd kir ku hikûmeta wî li ser alîkarîkirina herêma Kudistanê di warê leşkeî û însanî de berdewam dibe.

Sefîrê Kanadayê behsa têkeliyên navbera Kurdistan û Kanadayê û ew alîkariyên welatî wî pêkeşî herêma Kurdistanê dike kir û got ku, vê yekê ne bi tenê li ser astê fermî li nav hikûmet û aliyên siyasî, lê belê li ser astê civakî û li nav xelkî jî de dengvedaye. Wî got jî ku, Kanada dixwaze têkeliyênxwe di hemû waran de bi herêma Kurdistanêr e pêşde bibe û lêdixebite şirket û kompaniyên berhemanînê yên kanadayî berê xwe bidin herêma Kudistanê û sermayeyê xwe li wê derê bikar bixin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, sipasiya wan alîkariyên Kanada di warê leşkerî û însanî de pêşkeşî herêma Kurdistanê dike kir û hêvî kir ku ew alîkarî ji aliyê Kanadayê ve berdewam bin. Barzanî got ku, deriyên herêma Kurdistanê ji bo şirket û kompaniyên kanadayî vekirîne û herêma Kurdistanê jî dixwaze di hemû warande têkeliyên xwe digel Kanadayê berfirehtir bike.

Top