• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Sûriyê planeke navdewletî pejirand

Gulan Media January 29, 2015 Nûçe
Hikûmeta Sûriyê planeke navdewletî pejirand
Hikûmeta Sûriyê razîbûna xwe li ser planeke NY ji bo gihandina alîkariyên mirov anî ziman, lê dîplomatkarekî sûrî dibêje ku hikûmeta welatê wî daxwaza gerentiyê dike.

Hikûmeta Sûriyê razîbûna xwe li ser planeke navdewletî ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo hemû navçeyên wî welatî anî ziman.

Dîplomatkarê sûrî Heyder Elî Ehmed di civîneke Encûmena Ewlekariyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) de ragihand ku, hikûmeta Sûriyê gerentiyê dixwaze ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo hemû welatiyên li seranserê Sûriyê “Bêyî cudahî”.

Plana NY ya ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê pêwîstiya wê bi 2 milyar û 200 milyon dolar heye, ji bo gihandina alîkariyam bo 12 milyon û 200 hezar welatiyên sûrî.

Heyder Elî Ehmed diyar kir jî ku, di 17ê Kanûna sala 2014an de, hikûmeta Sûriyê razîbûna xwe li ser plana gihandina alîkariyên mirovî bo sala 2015an anîbû ziman “Ji bo berdewamkirina hewlên niştimanî bo sivik kirina barê serpêhatiya gelê Sûriyê.”

Heta niha bêhtir ji 200 hezarî kesî di krîza Sûriyê de, ya ku roja 15ê Adara sala 2011an hatibû destpêkirin, hatine kuştin.

Ji aliyek din ve wî dîplomatkarê sûrî ragihand ku, tiştê ku niha pêwîst ewe ku alîkariya hikûmeta Sûriyê bê di rûbirûbûna terorê de ji bo bidawî anîna krîza li wî welatî. Hêjayê gotinê ye ku hikûmeta Sûriyê hemû grûpên şervan ên ser bi mixalefeta Sûriyê ve bi “Komên terorîst” binav dike.

Basnews
Top