• Tuesday, 17 February 2026
logo

Civata wezîran yekemîn civîna xwe ya sala 2015ê saz kir

Gulan Media January 29, 2015 Nûçe
Civata wezîran yekemîn civîna xwe ya sala 2015ê saz kir

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, roja 28.01.2015ê li bajarê Hewlêrê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de yekemîn civîna xwe ya sala 2015ê saz kir û di civînê de rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên giring hatin minaqeşe kirin.

Li dor lihevhatina navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê, serokwezîr got:

- Lihevnetêgihiştinek digel Bexdayê heye û hikûmeta Îraqê wisa hizir dike herêma Kurdistanê dikare zêdetr ji wê rêjeye me li ser hev kirî neftê bide Bexdayê. Lê me bizelalî gotiye, di îmkanên me jî de hebe, ji wê nisbeya em li ser rêkeftine na hinêrin, ji bilî vê jî, di warê piraktîkê de jî çênabe ji ber ku, infrastruktura pêwîst ji bo hinartina zêdetir nefê nîne.

Nêçrvan Barzanî tekîd kir ku, ew bi lehevhatina digel Bexdayê pabend in û ew rêjeya neftê yaku li ser rêkeftine dê bide Bexdaê û hêvî kir ku, her du alî li ser çareseriyekê li hev bikin.

Li dor rewşa êkonomiya herêma Kurdistanê, tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, mezintirîn pirsgirêka êkonomî li herêma Kurdistanê heye û hikûmeta herêma Kurdistanê neçar dibe hindek tedbîran ji bo rûbirûbûna wê pirsgirêkê bigire. Serowkezîr got ku, aliyên siyasiyên beşdar di hikûmetê de bi hev re kar dikin û bi hev re biryaran didin, lê di mediyayê de wis anayê nîşan dan, ji ber hindê li ser wê pirsê ew dê digel aliyên siyasî bicivin û reşa heye gotûbêj bikin.

Civata wezîran serkeftinên pêşmerge li bereyên cenga dijî terorê pîroz kirin û rola pêşmerge bilind nirxand û hevderdî û hevxemiya xwe digel malbatên şehîdan parve kir. Civata wezîran rizgarkirina Kobanî pîroz kir û helwesta Tirkiyeyê û Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê ku, rê vekir pêşûmerge û çekê giran ji herêma Kurdistanê bigehe Kobanî û ew serkeftin bidest bê bilind nirxand.

Di civînê de, wezîrê êkonomî yê hikûmeta herêma Kurdistanê raporek li ser rewşa êkonomiya herêma Kurdistanê pêşkeş kir û ji aliyê civata wezîran ve hat pesind kirin û dê ji parlamentoyê re bê şandin. Wezîrê êkonomî di rapora xwe de behsa kêmkirina xerciyan û bername û pilana wezaretê ji bo çewaniya rêvebirina sektora êkonomî û cîbicîkirina pilana kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatiniyan dike.

Mijarek din ya civînê, pirojeqanûna desteya akincîkirinê li herêma Kurdistanê hat behis kirin û biryar hat dan ku, ew pirojeqanûn ji aliyê peywendîdar ve zêdetir û baştir bê amadekirin û ji bo pesindkirinê ji civata wezîran re bê şandin. Li gor wê pirojeqanûnê desteya akincîkirinê dê pilan û stratejiyek eşkere ji bo pêdawîstiya herêma Kurdistanê di warê akinîckirinê de amade bike û sud ji banka û saziyên êkonomî yên navxweyî û biyanî werbigire.

Rapora komîteya bijênosîda naskirina karesata kurdên êzidî û pêkhate û netewyên din ji aliyê wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan ve hat pêşkeş kirin û behsa wan kar û xebatên li navxwe û derve, dîdarên komîteyê digel saziyên peywendîdarên navdewletî û pêşkeşkirina belge û dekomentên li ser karesata êzidiyan hatine kirin, kir.

Serokwezîr kar û xebatên komîteyê bilind nirxandin û piştevaniya serokatiya civata wezîran bo komîteyê diyar kir.

Top