• Tuesday, 17 February 2026
logo

Angelina Jolie serdana keçên ji dest DAIŞê reviyane kir

Gulan Media January 28, 2015 Nûçe
Angelina Jolie serdana keçên ji dest DAIŞê reviyane kir
Nûnera NY ya Niyazpakiyê Angelina Jolie di serdana xwe de bo çend kampên koçber û derbideran li Başûrê Kurdistanê, hevdîtin ligel çend keçan kir ku ji aliyê DAIŞê ve destdirêjî li ser wan hatibû kirin.

Parlametereke Kurdistanê ragihand ku, gelek girîng bû di vê demê de, nûnera Netewên Yekbûyî (NY) serdana koçber û derbiderên li Başûrê Kurdistanê kir û bi çavên xwe hin rastî dîtin ku, berê wek dose biribûn NY.

Berî çend rojan, nûnera NY li Komisyona Bilind a Koçberên Cîhanê û Balyoza Niyazpakiyê li NY Angelina Jolie serdana Başûrê Kurdistanê kir û di wê serdanê de hevdîtin ligel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî encamda û serdana hejmareke pir ji derbiderên ji ber metirsyên DAIŞ`ê reviyane li Dihok û Hewlêrê kir.

Beşek ji dezgehên ragihandinê yên Iraqê, di wê baweriyê de ne ku, nûnera NY ji gefên DAIŞ`ê netirsiye û serdana wan cihên ku berê dibin kontrola DAIŞ`ê de bûn kiriye, di demekê de Herêma Kurdistanê sînorê wê ligel DAIŞ`ê heye, lê Jolie di wê serdanê de dudilî nebû.

Di vê derbarê de, Parlametera Kurdistanê û Seroka Komîteya Yasayî li Parlamentoya Kuridstanê Vala Ferîd ji BasNewsê re ragihand ku, Jolie wek Balyoza Niyazpakiyê li NY hatiye Başûrê Kurdistanê, çûnkî hebûna wê hejmara pir ya derbideran li Başûrê Kurdistanê û ew şerê Kurdistan li şûna cîhanê dike, wiha kir NY bikeve holê û got: “Serdana Jolie ji warê yasayî ve ewe ku, serkeftina Pêşmerge wek saziyeke yasayî têkilî ligel were kirin, xala duyem jî hevdîtina hejmarek ji wan jinan bû ku, çekdarên DAIŞê destdirêjiya sêksî lê kiribûn.

Parlametera Kurd got jî:“ Angelina Jolie hevdîtin ligel hejmarek jinên encamda ku, destdirêjiya sêksî bi ser de hatibû kirin, ev jî ji bo livandina wî doseyî li derve gelek girînge“.

Basnews
Top