Pêşmerge DAIŞ xist kemînê: 15 mirî
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Daqûqê Mihemed Hecî Qadir ji Rûdawê re got pêşmerge li ber 3 wesayîtên rêxistina DAIŞê kemîn danin û di encama wê operasyonên de herî kêm 15 çekdar kuşt û bi dehan çekdar jî birîndar kir.
Qadir di derbarê bûyerê de wiha got: “Di serî de çekdarên DAIŞê bi 2 wesayîtan êrişî pêşmerge kir lê hêj ne gihîştin armanca xwe pêşmerge ew herdu wesayît têkbirin. Piştre jî dîsa bi wesayîtekê din û motorsîkleteke êrişî pêşmerge kir û pêşmerge ew jî ji holê rakirin.”
Fermandarê da zanîn ku piştî wan êrişa Hêzên Pêşmerge êrişeke din jî ya çekdarên DAIŞê pûçkirin.
Di encama pevçûnan de ti ziyana pêşmerge çênebû lê Hêzên Pêşmerge herî kem 15 çekdarên DAIŞê kuştin û bi dehan jî çekdar birinda kirin. Herwiha 3 wesayîtên wan jî hatin rûxandin.
Rudaw
