• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmet û dijbereya Sûriyê di civînê de ne

Gulan Media January 28, 2015 Nûçe
Hikûmet û dijbereya Sûriyê di civînê de ne
Civîna Nûnerên hikûmet û dijbereya Sûriyê li Moskovê dest pê kir û nûnerên dijbereyê di herdu rojên borî de derbarê çend xalan li hev kirine.


Rojên 26-27 wan kesayetiyên dijbereyê danûstandinan ligel hev dikirin, û niha wê şanda hikûmeta Sûriyê tevlî civînan bibe.


Civîna îro li Moskovê, Balyozê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Elceiferî serokatiya şanda Hikûmeta Sûriyê dike, lê nediyare bê kî serokatiya şanda dijbereyê dike ya ku ji nêzîkî 30 kesayetiyan pêk tê.


Hat ragihandin ku kesayetiyên dijbereya Sûriyê yên niha li Moskovê ne, li hev kirine ku pirsên wek rewşa mirovatî, derbaskirina xwarin û dermana, rawestandina şer, berdana girtiyên siyasî, rûbirûbûna destêwerdana derve û rakirina dorpêçên li ser Sûriyê, ligel şanda hikûmeta Sûriyê behs bikin.


Civînên di navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê de ku Rûsya navê “Foruma Moskovê” lê kiriye, dûrî çavê medyayê tên lidarxistin.


Kesên ku bi navê dijbereyê li Moskovê ne, bi navê kesayetî amadebûne, lê beşekî din jî ev forum baykot kirine, bi behaneya ku Rûsya di vê pirsê de ne bêalî ye û piştgiriya rejîma Sûriyê dike ku hewl dide careke din vê rejîmê vejîne.


Piraniya kesayetiyên dijbereyê ku di civînên Moskovê de beşdar in li hundirê Sûriyê dijîn, lê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar dane tevlî wan civînan nebin.


Rûsya hêvî dike ku di encama civînan de, danûstandinên di navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê de bi çavdêriyeke navdewletî dest pê bikin.


Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim beşdarî danûstandinên vê forumê bûye.


Ev jî navê endamên şanda kesayetiyê Sûriyê ne:


Qedrî Cemîl – Rinda Qesîs – Salih Mislim – Semîr Îte – Mecid Niyazî – Suhêr Sermînî – Mazin Mexribiyê – Fatih Camus – Xalid Îsa – Hemîda Elî – Meyis Kirêdiyê – Cemal Silêman – Macid Hibo – Selîm Xêr Bêk – Newaf Milhim – Ebcer Malûl – Ebdulqadir Sinkerî – Xalid Mihamîd – Semîr Hewaş – Mehmûd Merê – Sefwan Ekaş – Ebdulmecîd Hemo – Fêsel Ebdulrehman – Redwan Tehan – Mehmûd Ereq – Qusey Weysî – Ebas Hebîb – Xalid Osman – Ahîqar Îsa – Ebada Bozo – Yûsif Silêman – Eladîn Irfan – Ferhad Şeref – Adil Îsmaîl.

Rudaw
Top